Pêvajoya serîlêdanên ji bo Festîvala Filman a Dihokê dest pê kiriye
Pêvajoya serîlêdanên ji bo 7em Festîvala Filman a Dihokê ya Navnetewî wê heta 15ê Hezîranê berdewam bike.

Li gorî malpera duhokkif.comê, serîlêdanên ji bo 7em Festîvala Filman a Dihokê ya Navnetewî di 1ê Nîsanê de dest pê kiriye.
Festîval wê 9ê Îlona 2019ê li Dihokê dest pê bike û heta 16ê Îlonê berdewam bike. Festîval ji hêla Wezareta Çand û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunera Bajarê Dihokê û mîtosfilmê çêbibe.
Bixwîne - Mijara Filmefestîwala Dihokê ya Navneteweyî "Çavikê Kamêreya Jinan" e
Sînemager wê heta 15ê Hezîrana 2019ê filmê xwe bikaribin ji bo festîvalê bişînin.
Festîval wê di du beşan de bi rê ev biçe
Di festîvalê de wê beşa sînemaya Cîhanê û beşa sînemaya Kurdan hebe. Her weha filmên ku di van beşan de bikevin pêşbirkê wê xelatan wergibirin. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.