PENa Navneteweyî êrîşên li ser saziyên kurdî şermezar kir

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.

Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
PENa Navneteweyî êrîşên saziyên û pirtûkxaneyên Kurdî şermezar kir.
Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez derbarê mijarê de wiha gotîye:
“Miletê kurd xwedîyê mafên xwe ye ku di nav civak û perwedeyê da zimanê xwe bikar bîne û bi zimanê xwe yê dayîkê agahîyan bi dest bixe. Dewlemendîyên me yên zimanî divê werîn teqdîrkirin/pîrozkirin, ne ku ji kokê bêne rakirin/hilweşandin.”
PEN International express serious concerns following raids on Kurdish language associations and bookstore in Diyarbakır. #Türkiye should respect the right of Kurdish people to use and promote their own language and culture.
— PEN International (@pen_int) September 26, 2024
Red our statement: https://t.co/eV337QuJo5 pic.twitter.com/D3xnL2c2TG