Ji bo daxistina Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê (Kanûna Paşiyê-Sibat-Adar 2025) wekî pdf bitikîne
Îro, 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ye.
Li Tirkiyeyê desthilatê serxwebûna darazê ji holê rakiriye, di her kêliyê de dibêtiya ku rojnameger bên girtin heye. Heft nûnerên medyayê yên ku di dema girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû de xwepêşandanên girseyî dişopandin, bi îdiaya ku "pêximkerî" û " Qanûna Civîn û Xwepêşandanan Binpê kiriye" hatin girtin. Bi vê careke din rewşa darazê derket holê.
Ev mijar careke din bi girtina rojnamevanê Swêdî Joakim Medin, nûçegihanê rojnameya Dagens ETCyê, gihişt asteke navneteweyî. Medin bi tohmeta ku "endamê rêxistina terorê a çekdar e" û "heqaret li Serokkomar kiriye" hatibû girtin.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya serdema Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2025an, nîşan dide ku rojnamegeriya bi bandor û rêxistinên medyayê yên rexnegir bi operasyonên dadwerî yên li pey hev rastî tacîzê tên, û kontrola edlî wekî cureyek nû ya "rewşa girtinê" berbelav dibe. Beraetkirina karmendên rojnameya Sozcu, tîma Vice Newsê, nûçegîhanê Halk TV û rojnamevanên wekî Murat Çelikkan, Tunca Oğreten û Murat Baykara, ku gelek ji wan di girtîgehê de bûn, di sê mehên dawî de darizandina keyfî radixe ber çavan.
Girtin û zîndanîkirina li mal a rojnamegeran
Ji 22ê Sibatê vir ve, di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, sê rojnameger (Elif Akgul, Yıldız Tar û Ercument Akdeniz) ji azadiya xwe bêpar in. Ender Îmrek, di heman lêpirsînê de hatibû desteserkirin. Rojnamegerê lêkolîner Îsmaîl Saymaz, ku çalakiyên wî yên rojnamegeriyê piştî 12 salan dema ku ew nûçegihanê rojnameya Radikalê bû, di lêpirsîna Geziyê de cih girtin. Cezayê zîndanîkirina li malê li Saymaz hat birin.
Gelek nûnerên medyaya Kurd piştî desteserkirinê jî rastî pêkanînên weke kontrola edlî yên dijwar tên. Cezayê zîndanîkirina li malê ya ku di Kanûna 2024an de ji ber gotinên wê yên li ser kanala wê ya YouTubeyê li ser Ozlem Gurses hatibû birin. Ev ceza piştî 52 rojan hat rakirin. Girtina 34 rojî ya Sernivîskarê Halk TV Suat Toktaş jî eşkere kir ku kanalên televîzyonê yên rexnegir ji aliyê darazê ve têne hedefgirtin.
Bi dehan rojnamevan li Tirkiyeyê Di Bîlançoya 2024an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) de di bin kontrola edlî de ne (qedexeya pasaportê, mecbûriyeta îmzeyê, û hwd.).
22 rojnameger hatin desteserkirin: Hincetek nû "Qanûna Xwepêşandanê" ye
Di sê mehên dawî de, di operasyonên dadwerî û polîsan de ku li dijî Halk TV, BirGun û medyaya Vanê bûn, herî kêm 22 rojnamevan ji bo demên cûda hatine desteserkirin.
Rojnamevanên ku xwepêşandanên girseyî yên ji ber girtina Îmamoglû qewimîn dişopandin, bi taybetî li Îzmîrê, bi hinceta "binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" çar rojan bi awayekî keyfî hatin girtin.
Nûçegihanê BBCyê Mark Lowen ji Tirkiyeyê, ku ji bo şopandina xwepêşandanan hatibû Tirkiyeyê, bi hinceta ku "akreditasyona wî nîne" û bi îdiaya ku "ji bo aramiya giştî gefê çêdike" hate desteserkirin û dersînorkirin.
Şeş rojnamevan, ku Ruşen Takva jî di nav de bû, yên ku nobeda beriya operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dişopandin, hatin desteserkirin.
Kontrola edlî wekî rêbazek krîmînalîzekirina rojnamevanan li Tirkiyeyê belav bûye: Koordînatorên Weşana Rojnameya BirGunê Berkant Gultekin û Uğur Koç û Gerînendeyê Berpirsiyar Yaşar Gokdemir di meha Sibatê de hatin desteserkirin; Koç û Gokdemir bi qedexeya derketina derve û şertê ku heftê carekê îmzeyan bidin, hatin berdan. Dest danîn ser asaporta rojnamevanê lêkolîner Îsmaîl Saymaz, pêşkêşvana Halk TV Ece Uner jî bi qedexeya derketina derve û şertê îmzeyê hat berdan.
Di sê mehan de 26 kes beraet kirine
Di sê mehên destpêkê ên sala 2025an de nêzîkî 150 rojnameger hatin darizandin. 26 ji wan beraet bûn, lê 17 rojnameger (Nevşin Mengu, Ali Ergin Demirhan, Kurşat Yılmaz, Gorkem Kınacı, Sultan Keleş, İbrahim Aydın, Burkan Karabay, Kazım Güleçyüz...) bi tohmetên wekî "heqareta li Serokkomar", "heqaret", "buxtan", "propagandaya rêxistinê", "piçûkxistina saziyên dewletê", "piçûkxistina nirxên olî", "alîkariya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê " bi tevahî 25 sal, 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 2.610 TL cezayê pere wergirtin.
Ev serdem di heman demê de ew serdem bû ku dozên demdirêj ên li dijî karmendên rojnameya Sozcu li Stenbolê û tîma Vice News li Amedê bi beraetan bi dawî bûn.
Rojnamevan û parêzvanê mafên mirovan Murat Çelikkanê ku bi awayekî sembolîk hevgirtina xwe bi rojnameya Ozgur Gundemê ya girtî re nîşan da û ji ber vê yekê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” du mehan di gîrtîgehê de mabû. Çelîkkan ji vê dozê beraet kir.
Rojnameger Tunca Oğreten û Murat Baykara, ku ji ber belgefîlmên xwe yên li ser bandorên madeyên hişber bi tohmeta "teşwîqkirina karanîna madeyên hişber" dihatin darizandin, jî hatin beraetkirin.
Ji bo kesên ku dozê dişopandine û nûçeya wê çêdike lêpirsîn zêde bûn
Di qonaxa sê mehî de derbarê 55 rojnameger, qunciknivîs û nûçegîhanan de lêpirsîn hat dest pê kirin. Ev jî nîşan dide ku rojnamegeriya rexnegir çiqas di bin şopandina darazî ya dijwar de ye.
Piştî ku bi îdiayên îhaleyên giştî û wêrankirina jîngehê derketin pêş, Mehmet Cengiz, li ser navê Cengiz Holdingê, li dijî 26 rojnamevan û nivîskarên rojnameya Sozcyê giliyê sûc kir.
Lêpirsîn li 21 rojnamevanên ku doza Kobaniyê şopandine, ku Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî tê de tên darizandin, hate vekirin.
Heqareta li Serokkomar
Li Tirkiyeyê piştî dozên Deniz Yucel û Charlie Hebdo, bi girtina nûçegihanê rojnameya Dagens ETC ya Swêdî Joakim Medin di 27ê Adarê dedarizandinên keyfî yên rojnamevanan bi tohmeta "heqareta li Serokkomar" careke din gîhîşt asta navneteweyî.
Her wiha di sê mehên dawî de navê herî kêm 19 rojnameger û karîkaturîst (Barış Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Deniz Yücel, Ahmet Sever, Levent Gültekin, Sedef Kabaş, Hayko Bagdat, Baransel Ağca, Çiğdem Akbayrak, Erk Acarer, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, “Alice”, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergûl, Sultan Keleş, Furkan Karabay (2) û Rustem Batum) di dozên “heqareta li Serokkomar” de cih girtin.
Di 10 salên dawî de, 78 rojnamevan li gorî xala 299 a Qanûna Cezê ya Tirk hatine mehkûmkirin. Di sê mehên dawî de ji rojnamegerên ku bi 88 sal û 8 mehan dihat darizandin jê rojnamevan Levent Gultekin û Çigdem Albayrak, beraet kirin û Sultan Keleş jî salek û 2 meh cezayê girtîgehê wergirt.
Dosyaya rojnamevan Ahmet Seven, ku ji ber pirtûka xwe ya "İçimde Kalmasın/Şahidiyê" bi salan e di bin gefa girtinê de dijî, ji ber mirina wî dê were betalkirin.
13 êrîş: Rojnameger bû "hedefeke taybet"
Di sê mehên dawî de herî kêm 13 rojnamevan rastî êrîşê hatine; 12 ji van ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di dema xwepêşandanên civakî de çêbûne.
Nûçegihana bianetê Evrîm Denîz ji ber wêneya ku wê di mîtînga 8ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê de li Amedê kişandibû, li ser medyaya civakî bû hedefa gotinên zayendperest û nijadperest.
Rojnamevan û nivîskarê lêkolîner Murat Ağirel, ku berê ragihandibû ku ji ber kuştina Sînan Ateş û îdiayên neheqî û gendeliyê bi fikar bû, li mala wî dinihêrin û çopê wî dikolin, ev daxuyanî da: "Vê carê ne tenê ez, hemû malbata min tê hedefgirtin."
Qedexekirina weşanê û astengkirin
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 10ê Cotmeha 2024an de biryara rawestandina xala 9an a Qanûna Înternetê ji ber binpêkirina mafên kesane dabû jî, Dadwerên Cezê û Aştiyê û Yekitiya Sazkarên Gihîştinê bi nêzîkatiya “ heta 10ê Cotmehê dema me heye." qedexe û astengkirin berdewam kir. Li ser daxwaza BTKê Şîrketa Xê hesabê Metîn Cîhan, Hayko Bağdat, Erk Acarer û malpera Arti Gerçekê jî din av de bi sedan hesab asteng kir.
Di sê mehên dawî de, di demekê de ku qedexeya weşanê ya derbarê şewata li Otêla Bolu Kartalkaya Grand Kartal de, ku bi dehan kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, di rojevê de bû, piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li ser daxwaza Serokkomariyê, amûrên ragihandinê yên medyaya civakî yên wekî X, YouTube, Instagram, Facebook, TikTok, Telegram, Signal û WhatsApp ji bo 42 saetan hatin qedexekirin, ku bandor li tevahiya Stenbolê kir.
Du serlêdanên nû ji bo Dadgeha Destûrî hat kirin
Di sê mehên dawî de, Dadgeha Destûrî biryar da ku mafên Aydın Gelleci, Rêvebirê Rojnameya Gunebakışê, hatine binpêkirin; Biryar hat dayîn ku 29 hezar TL, tevî lêçûnên dadgehê, ji rojnamevan re bê dayîn.
Di heman demê de, derbarê girtina derqanûnî ya Yıldız Tarê, Sernivîskarê Malpera nûçeyan a KaosGL.orgê, serlêdanek nû ji Dadgeha Destûrî re hate kirin. Serlêdanek din jî derbarê îdiaya desteserkirina materyalên dîjîtal ên rojnamevan Erdogan Alayumat bi awayekî neqanûnî hate kirin.
DMMEyê kameramanê TRTê mafdar nirxand
Di sê mehên dawî de, tenê biryarek Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî mafên rojnamegeriyê hate tespîtkirin: Bînalî Erdogan, ku wekî nûçegihanê sereke li TRTê dixebitî, bi hinceta "heqaret li Serokkomar kiriye ji kar hat derxistin. DMME" wekî "binpêkirina azadiya raman û derbirînê" nirxand. Dadgehê biryar da ku 7 hezar û 600 euro tazmînat bide Erdogan.
Cezayên RTUKê
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di heyama Kanûn-Sibat-Adara 2025an de ji ber weşanên nûçe û bernameyan bi tevahî 37 caran cezayên îdarî û 11 caran jî rawestandina weşanên televîzyonê birî. Lijneyê bi tevahî 94 milyon û 695 hezar û 655 TL cezayên îdarî li saziyên televîzyonê birî. RTUK di vê heyama raporê de ceza li radyoyan nebiriye.
RTUK, ku mixalefet wê wekî "darê destê hikûmetê" bi nav dike, di 20 salên dawî de kanalên neteweyî yên rexnegir ên wekî NOW TV, Tele 1, Halk TV û SZC TV bi cezayên bêhempa yên giran hedef girtiye, ji ber weşanên wan ên li ser xwepêşandanên girseyî yên ku di dema lêpirsîn, binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de pêk hatin. Di vê heyamê de, SZC TV cezayê 10 rojan ê rawestandina weşanê girt.
Pênc rojnameger ji Halk TVyê derket
Di sê mehên dawî de, ji ber sedemên aborî, peymanên kar ên bi dehan rojnamevanan li gelek saziyên medyayê hatin bidawîkirin; Li Halk TV jî cudabûnek girîng çêbû.
Şule Aydin, Bariş Pehlîvan, Murat Agirel, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglu; piştî ku hevpeyvînek bi Rasim Ozan Kütahyalı re li ser hesabê YouTube-ê yê kanalê hate weşandin, ji ber nakokiyeke edîtorî bi rêveberiyê re ji Halk TVyê derketin.
(EÖ/VC)