NÇM bi boneya salvegera xwe ya 27em wê şevekê li dar bixe

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 27em salvegera xwe wê şeveke taybet çêbike. Bernameya NÇMyê 9ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018an, saet di 17:00ê wê bi rêve biçe. NÇM ji bo vê şevê duruşmeya “BI HEV RE” hilbijartiye.
Şeva NÇMyê wê li Bostanci Gosteri Merkezi çêbibe û di şevê de li gel stranbêjan, wê komên şano û yên dansê derkevin ser dikê.
WERIN EM BI HEVRA PÎROZBIKIN... pic.twitter.com/JeVHXeQLar
— MezopotamyaKültür M. (@mkm_ncm_mkm_ncm) 23 Kasım 2018
Hunermend û komên ku wê beşdar dibin ev in:
Mizgîn Tahîr, Yelda Abbasî, Ferhat Tunç, Mezopotamya Dans, Teatra Jiyana Nû, Mezopotamya Sînema, KAYY-DER Koma Dilan, Dengbej, Rûken Yilmaz, Nurcan Degîrmencî, Koma Çiya, Serhat Kural, Koma Gulên Xerzan, Weysî Ermîş, Denîz Esmer, Talat Yeşîl, Nurhak Kilagoz, Arhat û Ferît Elalmiş. (AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe çêkiriye.