RAPORA ÇAVDÊRIYA LI MEDYAYÊ ÇIRIYA PÊŞIYÊ-ÇIRIYA PAŞIYÊ-KANÛNA PÊŞIYÊ-2018
Navê hemî rojnamegerên di girtîgehan de

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de heft rojnameger hatine girtin. Dadgehan ji bo çar rojnamegeran hikmê/biryara girtinê daye (Murat Aksoy, Atilla Taş, Kibriye Evren û Rojhat Doğru). Sê rojnameger jî di wan sê mehan de çûne di girtîgehê de û derketine (Hakan Gülseven, Berivan Bila, Sedat Sur).
Sê rojnamegerên girtî di van sê mehan de bi kontrola edlî serbest bûne: Max Zirngast, Ece Sevim Öztürk û Şirin Kabakçı.
Li gor Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê, di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê(mehên 10, 11 û 12.) de 233 rojnameger û xebatkarên medyayê têne dadkirin.
Ji bo wan 10 caran mûebeta zehmetkirî, mûebetek, 2 hezar û 552 sal û 10 meh cezayê girtinê tê xwestin. Herweha 3 milyon û 928 hezar TL(Lîreyên Tirkan) cezayê maddî wek tezmînata meinewî tê xwestin.
Rojnamegerên girtî
Ferhengoka tirkî-kurdî ya lîsteyê:
Yargılanıyor: Tê dadkirin, pêvajoya dadkirinê didome
Hukumlü: Dadgehan biryar daye
İddianame yok: Îdianame tune ye
Mahkum: Girtî, mehkûm, kesê/a di girtîgehê de
Ömür boyu habis: Girtîbûna heta hetayê
Ay: Meh
Yıl: Sal
Gün: Roj
OHAL Öncesi: Ji beriya Rewşa Awarte
Darbe Soruşturması: Lêpirsîna Derbeyê
(EO/MB)
RAPORA ÇAVRÊRIYA LI MEDYAYÊ YA BIAYÊ / COTMEH-MİJDAR- KANÛNA PÊŞİYÊ 2024
Ji bo ku rastiyê veşêrin ji her alî ve zextan li rojnamegeran dikin

ÇAVDÊRİYA Lİ MEDYAYÊ YA BİAYÊ: TÎRMEH - TEBAX - ÎLON
Bes rojnamegeran bêdeng bike, jê wêdetir ne xema min e!

ÇAVDÊRİYA Lİ MEDYAYÊ YA BİAYÊ: NÎSAN - GULAN - HEZİRAN
Ewlehiya hiqûqî ya rojnamegerê ku bûye armanc, nemaye!”

RAPORA ÇAVDÊRÎYA Lİ MEDYAYÊ YA BIAYê
Di rojnamegeriyê de zîndanîkirina bi "Kontrola Edlî" û serdema îşkenceyê

RAPORA ÇAVRÊRIYA LI MEDYAYÊ YA BIAYÊ / TÎRMEH TEBAX ÎLON 2023
Ji bo sûcên xwe veşêrin dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
