Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî: Reseno
Aslan û Qoçgirî wê di sala pêş de 20 saliya hevkariya xwe ya di muzîkê de pîroz bikin. Wan ji bo 20 saliyê, albûmek bi navê “Rû bi Rû” amade kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî wê di sala 2023yê de 20 saliya hevkariya xwe ya di muzîkê de pîroz bikin. Aslan û Qoçgiriyî ji bo vê 20 saliyê albûmek bi navê “Rû bi Rû” amade kiriye.
Her du hunermendan yekem strana ji vê albûmê bi navê “Reseno” weşandiye.
Cemal Taşî gotinên vê stranê nivîsiye û gotinên wê bi zazakî ango kirmanckî ye. Mîkaîl Aslanî jî muzîk jê re çêkiriye.
Albûma navborî wê di Kanûna Paşiyê ya 2023yâ de biweşe. Kalan Muzîk wê albûmê derbixe.
Aslan û Qoçgiriyî ji bo vê stranê vîdeo klîbek jî weşandiye ku Metîn Dagî derhêneriya vê klîbê kiriye. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.