“Mihrîcana kayûm ne mihrîcana çanda Amedê ye"
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya kayûm tayînkirî biryar daye ku Festîvala Duyem a Rêya Çandê ya Sûrê li dar bixe. Ji ber pevçûna di navbera Filistîn û Îsraîlê de, konserên di bernameya Festîvalê de hatin betalkirin. Lê biryar e ku bernameyên din ên Festîvalê pêk bên.
Festîvala navborî di nava beşeke civakê de bû sedema nerazîbûnan. Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran Qiymet Yildiz û Rêvebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekînî nêrînên xwe yên derbarê vê festîvalê û bernameyên mîna wan de ji bianet kurdî re anîn ziman.
Rêvebirê Navenda Çand û Hunera Dicleyê Celal Ekînî anî ziman ku mihricanên bi destê kayûman tê çêkirin ne li gorî çanda kurdevariyê ne: “Bi van çalakiyan bajarê Amedê nayên nasandin. Mîhrîcanên ku tên çêkirin çand û zimanê vî gelî temsîl nakin. Gazî hin hunermendên Kurdistanî dikin lê ez texmîn dikim ku tevlî van çalakiyan nebin.”
Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran a Amedê Qiymet Yildizê diyar kir ku plansaziya Sûrê ne ji bo jiyanê lê ji bo bazirganiyê hatiye çêkirin. (SY-VB/FD)
Wênesaz Eyşe Qerecdax: "Jin bi keda xwe û enerjiya xwe jiyanê ava dikin

VÎDEO NÛÇE
"Divê hemû kes bi zimanê xwe bên perwederkirin"

“Girtîgehên Ewlekariya Bilind tenê navên nû yên rejîma tecrîdê ne”

"Di kuştina Vedat Aydinî de dewlet berpirsiyar e"

"Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e"
