Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebû
Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebû û îsal dê 25 xwendekaran werbigire.

Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebû.
Zanîngeha Dîcleyê li ser hesabê xwe yê fermî Xê da zanîn ku wan beşa lîsansa kurdî vekir.
Her weha zanîngehê diyar kir ku beşa kurdî dê di bin banê Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç da dest pê bike û li gorî pûana YKSyê ya 2024an dê 25 kontenjan bêne vekirin.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.