Li Wanê 999 roj in ku çalakî qedexe ne

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Wanê piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê bi sedema ragihandina Rewşa Awarte, 21ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê biryara qedexeya hemû çalakî û bernameyên protestoyî hatibûn qedexekirin. Ev biryara Walîtiya Wanê 999 roj in ku berdewam dike. Walîtiyê her ji 15 rojan carekê biryara xwe nû kiriye ku herî dawî 12ê Tebaxê bi heman armancê biryar dabû.
Bedia Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û mafparêz, got ku ji roja pêşiyê ya biryara qedexeyê heta niha, li bajêr sê walî hatine guhertin.
Ozgokçe Ertanê diyar kir ku biryara qedexeyê her ji 15 roj an carekê bi heman metnan tê dirêjkirin û bi van biryaran azadiya xweîfadekirinê û ya ramanê tê astengkirin.
“Rewşa Awarte bi dawî bû lê qedexe bi dawî ne bû”
“Ev pêvajo bi Rewşa Awarteyê dest pê kir. Rewşa Awarte bi dawî bû, lê zêdetirî salekê ye ku qedexe berdewam dike.
“Ev biryar bi taybetî ji bo beşekê hatiye standin. Lewre car caran em dibînin ku hin kom li bajêr çalakî û bernameyan pêk tînin. Li dijî wan ti biryareke qedexekirinê nîne. Lê çi gava ku em bixazin ramanên xwe bînin ziman ango çi gava ku em bixwazin daxuyaniyekê bidin, tên astengkirin.
“Li Wanê daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl 999 roj in ku tên astengkirin.
“Ne mimkun e ku em vê feraseta qedexekar qebûl bikin. Cihê ve ne di yasayan de ne jî di Destûra Bingehîn de heye. Lê di pratîkê de her ji 15 rojan carekê bi rêk û pêk biryar tê dayîn û li Wanê çalakî, bername û daxuyaniyên çapemeniyê tên qedexekirin.
“Ji roja pêşiyê ya biryara qedexeyê heta niha li bajêr sê walî guhertiye lê di warê qedexeyan de ti tiştek neguhertiye. Di bingeha wê de biryareke cidaxwaz e. Divê demildest bi dawî bibe.” (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
