Li Stokcholmê Festîvala Çand û Hunera Kurdî wê were li dar xistin
Çend saziyên kurdî bi hev re bi navê "Li Stokcholmê Festîvala Çand û Hunera Kurdî" lidar dixin. Di festîvalê de gelek hunermend wê amade bin.

Li gor agahiya hatiye belavkirin festîval roja 1ê Çiriya Pêşiya 2024an wê li dar bikeve.
Festîval di saet 13.00an de li Tumba ya Stockholmê wê pêk bê.
Hunermend Ayfer Duzdaş, Çarnewa, Şerîf Omer, Nahî Hewramî û Rizgar Hewramî, Koma Yarsan, Koroya Teşî, Helîm Omerî (Kemençe), Koma Teşî (Govend) û Zarok Ma wê derkevin ser dikê.
Çavkanî: Diyarname
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.