Bi hezaran karker û kedkar li Amedê bi dirûşma “Azadiya kedê û civaka demokratîk” tev li pîrozbahiya 1ê Gulanê bûn. Di pîrozbahiyên li herêmê yên 1ê Gulanê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê derket pêş.
Çalakiyên 1’ê Gulanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) hate lidarxistin.
Dêrsim
Girseya ku ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşiyan, bal kişandin ser qirkirina karkeran û talana xwezayî. Di axaftinan de li dijî polîtîkayên qeyûmê, zextên sendîkal û xerakirina xwezayê îşaret bi têkoşîna birêxistinkirî hat kirin.
Êlih
Li Êlihê jî meşek hat lidarxistin û li Parka Yilmaz Guney bi dawî bû. Di meşê de daxwazên “ked, aştî û demokrasiyê” derket pêş. Hevserokê Şaxa SES’ê Cîhan Tuzun di meşê de axivî û peyama “Em ê bi rêxistinbûnê qezenc bikin” da. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Erzingan û Xarpêt
Di mitîngên ku li Erzînganê li Qada Cumhuriyetê û li Xarpêtê jî li Bazara Pênçşemê hatin lidarxistin de daxwaza ked, aştî û azadiyê hatin kirin û govend hatin gerandin.
Çewlîg
Serokê Şaxa Egîtîm Senê Murat Korlaelçî di çalakiya li Çewlîgê de bal kişand ser polîtîkayên dijberê penaberan, xerakirina xwezayê û êrîşên li ser keda jinê. Çalakî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.
Sêrt
Di çalakiyên li Qada Demokrasiyê de banga “Ji bo serkeftina kedê berxwedanê mezin bikin” hate kirin. Gel û esnaf jî bi nîşaneyên serkeftinê û tilîliyan piştgirî dan meşê.
Mêrdîn
Li Mêrdînê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî, bi tevlibûna hezarn kesan li pêşiya avahiya PTT’ê ya li navçeya Artukluyê hat lidarxistin.
Karker û kedkaran govend gerandin, kortej çêkirin û bi dirûşmên “”Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana kedkaran” û “Jin, jiyan, azadî” ber bi Parka Karayollariyê ve meş li dar xistin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a 1ê Gulanê Diyar Kut axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û gavên divê dewlet biavêje rêz kir. Kut, got ku divê ji bo girtiyên siyasî efûya giştî were ragihandin. Kut, got: “Temînata aştî û demokrasiyê, em kedkar in ku yên hemû nirxandin diafirînin em in.” Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî got ku ew ê civaka demokratîk ava bikin.
Piştî axaftinan, muzîkjenên herêmî deketin ser dikê û govend hate gerandin.
Şirnex
Li Şirnexê jî mitîng li Qada Cumhuriyetê hate lidarxistin. Înîsiyatîfa Xwendekaran a Zanîngeha Şirnexê bi pankarta “Bijî kedkarên rojê serhildana li dijî Romê", TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye”, SES bi pankarta “Feraseta kapîtalîst tendurisityê dikuje” meş li dar xistin.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Seroka Şaxa DÎSK- Genel Îşê Siyajîn Buruntekîn axivî û got ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî kedxwariya sermayeyê û roja piştevaniya bi karker û kedkaran re ye.
Serokê CHP’ê yê Şirnexê Saît Namdar jî got ku ew ê pêşerojeke azad bi hev re ava bikin û banga têkoşînê kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got ku heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê krîzên li Tirkilyeyê bi dawî nebin. Îrmez, got ku ji bo aştiyê divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin, di qadên hiqûq û siyasî de jî îktîdar gavan biavêje.
Piştî axaftinan, Koma Birca Belek derket ser dikê.
Riha
Li Rihayê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê meş hat lidarxistin û piştre jî daxuyanî hate dayin.
Meş, li Parka Novayê dest pê kir û heta Qada Topçuyê domiya. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û gelek kes tev li bûn.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşê de pankarta “Silav ji mezintirîn sosyalîstê li vê xakê ji dayik bûyî re”. hilgirt.
TJA bi pankarta “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye", OHD bi pankarta “Dad ked azadî. Bijî Yek Gulan", DEM Partî jî bi pankarta “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” tev li bû.
Li qadê daxuyanî hate dayin û Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya peyama mezinkirina têkoşînê da.
(AY)
*Çavkanî: MA