Li Amedê wê bernameyek derbarê "Helbesta Kurmancî" de pêk bê
Bername wê bi navê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” li dar bikeve.

Li Amedê wê bernameyek derbarê helbesta kurmancî de li dar bikeve.
Bernameya bi navê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” wê di 4ê Çiriya Paşiyê de pêk bê.
Îrfan Amîda û Rêzan Diljen wê derbarê helbesta kurmancî de biaxivin. Fatêxan û Roza Metîna jî wê helbestan bixwînin.
Bernameya ku wê li avahiya Şaxa Hejmara 1ê ya Egitim-Sena Amedê be û Fatîme Tekîn wê moderatora bernameyê be.
Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê û PENa Kurd bi hev re vê bernameyê saz dikin. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.