Li Amedê li dijî navendeke karî ku saziyên sivîl tê de ne êrîşeke çekdarî pêk hatiye
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeva berê li Yenîşehîra Amedê kesekî nasnameya wî nediyare bi çek êrîşî Nuyap Office Centerê kiriye. Li Nûyap Office Centerê gelek buroyên saziyên civaka sivîl hene.
Êrîşkarê ku ser û çavê wî niximandî bûye bi şev saet di 01.00an de çûye pêşiya navenda karî û piştî ku 2 gule li deriyê avahiyê reşandiye reviye.
Di navenda karî de digel buroyên parêzeran û buroyên bazirganiyê, saziyên civaka sivîl yên weke Botan International, Piştevaniya Jinan (DAKAHDER), Kurdish Studies Center(KSC), Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DISA), Komeleya Şêx Seîd hene.
RSF: Em dixwazin hemû aliyên êrîşê bên eşkerekirin
Digel ku nehatiye zanîn ev êrîş ji bo çi û ji bo kê hatiye kirin, saziyên azadiya derbirînê êrîşên ku tê texmînkirin li dijî rêxistinên civaka sivîl e, şermezar kirine.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglûyî xwestiye ku ji bo tespîtkirin û cezakirina kiryarê êrîşê di zûtirîn demê de gavên pêwîst bên avêtin û gotiye, "Em dixwazin hemû aliyên êrîşê bên eşkerekirin."
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê jî daxuyaniyek da û wiha got: "Em êrîşê bi tundî şermezar dikin, dixwazin di zûtirîn dem de berpirsyar bên dîtin û cezakirin."
(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
