LaWje wê li Wanê konserekê bide
LaWje wê li Uvercînka Sanat Akademiyê konserekê bide û stranên xwe bistirê.

Koma muzîkê LaWje, wê li Wanê konserekê bide. Konsera LaWjeyê, 26ê Hezîranê wê li Uvercînka Sanat Akademiyê pêk bê.
Konser wê saet di 20.00ê de destpê bike û stranan mîna “Hesen lawo”, “Delalê dilê min”, “Leylan û leylan”, “Rûbaro”, “Yar Xezal” yên bi selîqeyên mîna heyranok, şeşbend û narînkan bistirîn.Her weha kom wê stranên xwe yên nû jî pêşkêşî guhdaran bike.
Konsera Lawjeyê ya Wanê bi piştgiriya Chalak Evensta Wanê wê pêk bê. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.