LaWje piştî demeke dirêj wê li Stenbolê konserekê pêk bîne
.jpg)
LaWje, wê di 17ê Kanûna Pêşiyê de konserekê pêk bîne. Konsera LaWjeyê li Navenda Çandê ya Suleyman Sebayî ya Beşîktaşê wê li dar bikeve.
Chalak Eventsê organîzasyona konserê dike û konser wê saet di 20.00ê de destpê bike. Piştî belavbûna vîrusa Covid-19ê ev yekem konsere ku LaWje wê li Stenbolê pêk bîne.
LaWje wê stranên ji albûma xwe ya bi navê “Selîqe” û her wiha stranên klasîk ên muzîka Kurdî yên bi navê “LaWjeyên Evîniyê” jî bistrîne.
Kesên ku bixwazin wê şevê têkevin Navenda Çandê ya Sûleyman Sebayê divê 2 derzîyên Covid-19ê li xwe xistibin an jî testa negatîf a PCRyê berîya 48 saetan derxistibîn.
Her wiha Chalak Eventsê 10 bilêt ji bo xwendekaran wekî dîyarî dane û kampanyaya bilêtên dîyarî ji bo wan xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş da dest pê kirine. (FD)