Konsera Siya Şevê ya Amedê 9ê Sibatê ye

Wêne: Murat Bayram/bianet
Siya Şevê dê 9ê Sibatê saet 21:00ê li Babel Terraceya li Ofîsa Amedê konsertekê bide. Solîstê komê Gokçe Selîm dê stranên xwe yên kevin û nû bistire.
Gokçe Selîmî ji bianetê re got:
"Me konsera lansmana albûma xwe jî li Amedê pêk anibû. Ev demek e em neçûbûn Amedê. Dem hatiye em biçin.
"Baterîstê me yê berê, Mahmut Daglar ji beriya mehekê koça dawiyê kir. Em ê bi batarîstê me yê nû Serhat Kayanî re biçin ser dikê.
"Piştî konsera Amedê em ê li Stenbolê jî konserekê bidin."
Siya Şevê di sala 2018ê de piştî albûmên xwe yên bi navê Zeng, Pûç û Bêyom albûma xwe ya çaremîn a bi navê Li Pey Siya Xwe belav kiribû.
Siya Şevê, piştî derxistina albûma xwe ya çaremîn li Amed, Stenbol, Izmîr û Wanê konser dabûn.
Herwiha endamên Siya Şevê, Gokçe Selîm û Serhat Temel di lijneya kovara muzîkê Ziryabê de cih digirin ku kovar niha amadekariya hejmara duyemîn dike.
(MB)
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)