Kom Muzîkê stranên Koma Asmînê weke albûmekê belav kir
Albûma Koma Asmîn bi navê “Ez keçim keça Kurda me” hate belavkirin.

Kom Muzîkê stranên ku Koma Asmînê strane, weke albûmekê û li ser platformên dijîtal belav kir. Kom Muzîkê albûm bi navê “Ez keçim keça Kurda me” weşand.
Koma Asmîn di sala 1998an de li Stenbolê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de ava bû. Komeke ku hemû endamên wê jin bûn. Ayfer Duzdaş, Gulê Mayera, Gulbahar Kavcû, Meral Tekçî, Nûrcan Değîrmencî, Rûken Gokçe, Rojda, Selda Daşçi, Serap Sonmez, Şengul Pak û Zelal Gokçe endamên komê bûn. Kom di dema xwe de derketibû komek bernameyên televîzyonan û gelek konseran.
Di albûmê de, 15 stranên komê hene ku di sala 2001ê de hatine tomarkirin. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.