Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê wê fîlmên derbarê jinan de nîşan bidin
Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê wê di meha Adarê de fîlmên derhênerên jin nişan bidin.

Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê bernameya meha Adarê aşkere kir.
Kolektîfê ji bo 8ê Adarê, wê di meha Adarê de cih bide fîlmên derhênerên wan jin in û behsa têkoşîna jinan dikin. Li gorî bernameyê fîlmê yekem “Yıkılacak Duvarlar”, fîlmê duyem “Peki Şimdi Nereye”, fîlmê dawî jî “Toz Bezi” ye.
Fîlm li navenda Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ya li Şîşliya Stenbolê wê bên nişandan.
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.