“Keypa 12500” wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî bê nîşandan
Lîstika ku behsa xerakirin û bin avkirina Heskîfê dike wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî bê nîşandan.

ŞA Performans wê 15ê Gulanê, roja Cejna Zimanê Kurdî bi şanoya “Keypa 12500”ê wê derkeve ser dikê.
Lîstika ŞA Performansê, çîroka xerakirin û bin avkirina Heskîfê ye ku şanoger Tuncay Ozel tenê dileyîze. Di lîstikê de Heskîf wek rihekî ji gora xwe derdikeve û hesab ji ew kes û berpirsen ku ev zilm lê kirine dipirse.
Bixwîne - Rihê Heskîfê wê bi rêya şanoyê hesab bipirse: Keypa12500
Bername wê 14ê Gulanê, saet di 20.00ê de li Fatîhê, Su Gösteri Sanatları Merkezi Şemîyê saet 20:00 li Stenbolê were nîşandan.
Bername bi piştgiriya Chalak Eventsê wê li dar bikeve. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.