Kesên ku di 1ê Gulana 1977an de mirin hatin yadkirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesên ku di 1ê Gulana 1977an de çûn ber dilovaniya xwe li Kazanci Yokuşu ya Taksimê hatin yadkirin.
Bernameya yadkirinê ya ji hêla Hewldana 78yan, Komeleya Muxalifên Leşker ên Derbeyan, Partiya Tevgera Kedkaran, Partiya Demokratîk a Gelan, Karşi Xebatên Hunerê, Partiya Keskan û Çep ve hat lidarxistin pankarda “Em ê Qirkirina 1ê Gulana 1977an jibîr nekir! Em dest ji Qada Taksimê bernadin” hat hildan.
Piştî daxuyaniyê ji bo kesên ku di bûyerên 1ê Gulana 1977an de çûn ser dilovaniya xwe, qurnefîlên sor danîn Kazanci Yokuşu.
“Em dest ji Taksimê bernadin”
Li ser navê saziyên bername lidar xistin Berdevkê Hewldana 78yan ê Stenbolê Yunus Bircan metna hevbaş xwend.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî qedexekirina Qada Taksîmê ji bo 1ê Gulanê hat dayin.
Bircan destnîşan kir ku Taksim qadeke civakî ye got ku ew dest ji Qada Taksimê bernadin.(BK/FD)
Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
.jpg)
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine

DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
“Em ê di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin”

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn
