2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di dadgehkirina Canan Coşkûn nûçegihana rojnameya Cûmhûriyetê de heyeta dadgehê biryara xwe da ku Coşkûn bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna li dijî terorê de erkdar in dike hedef” dihat dadgehkirin.
Heyeta 26em Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di danişîna sêyê ya dadgehkirinê de du sal û sê meh cezayê girtîgehê li rojnameger Coşkûnê birî. Parêzer wê biryarê bibin dadgeha istinafê.
Parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayê ku di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibû avêtin û ji bo karibin vegerin karê xwe çalakî li dar dixistin, rastî lêpirsîna polîsan hatibûn. Parêzer paşê hatibûn desteserkirin û 20ê Îlonê ew derxistibûn dozgeriyê. Canan Coşkûnê jêpirsîna parêzeran kiribû nûçe û li ser vê rewşê doz li Coşkûnê doz hatibû vekirin.
Dozgerî di danişîna duyem a 10ê Tîrmehê de xwestibû ku heta sê salan ceza li Coşkûnê bê birîn. (BK/FD)
Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
.jpg)
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine

DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
“Em ê di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin”

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

DADGEHKIRINA AKADEMISYENAN
Dadgehê dosyayên çar akademisyenan şand Wezareta Dadê
