Jin li ber deriyê Navenda Çandê ya Fransayê kom bûn, polîsan bi gazê êrîş kir

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî polîsan Caddeya Îstiklalê girt.
Jinan dabûn zanîn ku ew ê siet 17:30ê ji ber deriyê Navenda Çandê ya Fransayê dest bi meşê bikin. Ew li ber deriyê Navenda Çandê ya Fransayê kom bûn. Ji ber ko jimara wan zêde bû heta meydanê jî tejî bû.
Digel ku cadde girtibûn jî jinan xwe gihand metdana Taksîmê.
Polîsan siet 20:50yê bi gaza hêsir-rêj êrîşî beşdarên meşê kir.
21:00 Piştî êrîşa bi gaza hêsir-rêj polîsan Caddeya Îstiklalê dîsa girt.
19.50: Ji ber ku polîsan rê girtibûn jin li meydana Taksîmê kom bûn.
19.45: Polisan rêyên diçin ber deriyê Navenda Çandê ya Fransayê girt.
19.30: “Jin, Jiyan, Azadi” yek ji dirûşman e ku tê gotin.
19.20: Jinan got em natirsin, guh nadin we.
19.00: Jin gihan ber deriyê navenda Çandê ya Fransayê.
18.45: Beşdar ji meydanê ber bi Navenda Çandê ya Fransayê meşiyan.
Siet 18:10ê polîsekî ji bianetê re got ji bo meşê destûr ê neyê dayin.
Siet 18:20ê hin jinan xwestin li ber deriyê Navenda Çandê ya Fransayê kom bibin lê polîsan destûr neda.
Polîsan barîkat(sînc) danîne caddeyên diçin Îstiklalê.
Di nîvroyê de rê hatin girtin
Piştî nîvroyê rê ji bo wesayit û rêwiyan hat girtin.
"Wesayitên, midaxeleya li bûyerên civakî" li îstîklalê sekinîne.
* Wêne û video: Hikmet Adal
(HA/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
