21Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ / VÎDEO
Ji her kesan re û ji bo her zimanî edalet

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
bianet ji roja ku dest bi weşanê kiriye heta îro, mafê bikaranîna zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê weke xaleke sereke ji bo xwe hilbijartiye. Her roja 21ê Sibatê daxuyaniyên ku tên dayîn û çalakiyên ku tên kirin, ên ji bo vê rojê, dike nûçe.
Me îsal mijara “edalet”ê hilbijart. Me bi kurdî (kurmancî û kirmanckî), ermenkî, lazî, gurcukî, adigeyî, rûmî, rûmiya pontûsan, ladînoyî, suryanî û tirkî daxwaza edaletê “ji herkesan re û ji bo her zimanî” dubare kir.
Spas ji bo kesên vîdeo ji me re şandiye
Kenan Yaşar (gurcîkî), Yagmûr Poyraz (lazî), Apolas Lermî (rûmiya pontûsan), Lara Narîn (ermenkî), Lezgîn Akan (kurmancî), Şelî Goan (ladino), Ferhat Tûnç (kirmancki), Stella Karax (rûmî), Endamên Komeleya Çandê ya Adîgeyê ya Uzuntarlayê (adîgeyî) û akademisyenên aştîxwaz (tirkî). (HA/HK/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
