Îdianameyeke din ji bo Osman Kavalayî hatiye amadekirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianameyeke din a derbarê Osman Kavalayî de qebûl kiriye. Kavala bi tohmeta ku “bi armanca sîxuriya leşkeri û siyasî belgeyên nepen ên dewletê bi dest xistiye” girtî ye.
Kavala hezar û 73 rojan girtî ye û îdianame di 29ê Îlonê de ango di hezar û 63 rojiya girtîbûna Kavalayî di hatiye amadekirin. Kavalayî di doza Geziyê de jî bi tohmeta ku “Xwestiye pergala Destûrî biguherîne û hikûmetê ji nav bibe” hatibû dadgehkirin û beraet kiribû. Lê di îdianameyê de dozger xebatên Kavalayî yên di dema Berxwedana Geziyê de weke sûc nîşan daye û gotiye ku bi FETOyê re têkildar e.
Hasan Yilmaz, Wekîlê Serdozgerê Komarî yê Stenbolê îdianameya duyem a derbarê Osman Kavalayî de amade kiriye. Di vê îdîanameyê de her weha Prof. Henri Barkey, xebatkarê berê yê Wezareta Karûbarên Derve yê DYAyê bi plankirina hewldana derbeya 15ê Tîrmehê tê tohmetkirin.
Weke di dema Doza Geziyê de vê îdianame jî îdîa kiriye ku George Soros, fonan dide Osman Kavalayî. Her weha projeyên ji bo Anadolu Kultur û Komeleya Xebatên Rastî, Edalet û Bîrê hatine kirin sûc nîşan daye.
Dozger Yilmaz di îdianameyê de xwestiye ku Osman Kavala û Henrî Berkey li gorî xala 328an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ya ku derbarê “sîxuriya leşkeri û siyasî” de ye û li gor xala 309an a TCKyê ya ku derbarê “hewldana guhertina pergala destûrî ya bi tundkariyê” de ye, werin cezakirin. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
