Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Amed, Êlih û Stenbolê konseran bide
Hunermend Ayfer Duzdaş vê hefteyê wê li sê bajaran konseran bide. Duzdaş 18ê mehê li Stenbolê, 20ê mehê li Amedê û 21ê mehê wê li Êlihê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Hunermend Ayfer Duzdaş vê hefteyê wê li sê bajaran konseran bide.
Konsera Ayfer Duzdaş a Stenbolê wê di 20.30ê 18ê Nîsanê de li Kadikoy Halkegitim Merkezî pêk were.
Konsera li Amedê di saet 20.00ê 20ê mehê de li sehneya Navenda Çandê ya Sezai Karakoçî û ya li Êlihê jî di saet 19.00an de li Navenda Çandê ya Bajêr wê pêk were.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.