Helbestvan Leyla Saraç: ‘Dema Tu Çûyî’ behsa welat û bêrîkirinên min dike
Helbestvan Leyla Saraç piştî ji girtîgehê derket li bajarên wek Şirnex û Mêrdîn pirtûka xwe ya bi navê ‘Dema tu Çûyî’ ji xwêneran re îmze kir.
Herî dawî jî Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameyek li dar xist û helbestvan Leyla Saraç û Herdem Merwanî tev li wê bernameyê bûn.
Her weha piştî bernameyê Leyla Saraçê têkildarî pirtûka xwe ya dawî, berhemên ku di girtîgehan de tên afirandin(wêjeya li girtîgehan) û helbestê bi bîanetê re axivî.
Di axaftina xwe de Leylayê diyar kir ku wê pirtûka xwe ya dawiya li ser êş û rastiyên kurdan, li ser hezkirin û bêrîkirinên xwe û her weha ji bo bavê xwe nivîsîye.
Helbestvan û nivîskar Leyla Saraça ku 4 caran ketî girtîgehê û derketî herî dawî 3 meh berê tahliye bû. Di qonaxa girtîgehê de 3 berhemên bi navê Werzeba-helbest, Zerya-çîrok û Dema Tu Çûyî-helbest nivîsin.
Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome

Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve

Wênesaz Nûrhîn El Hisên: Ez dixwazim bi xêzên xwe dengê kurdan bidim bihîstin

ŞAREDARİYA FARQÎNÊ
Kadrî Esen: Em ê bi xebatên bi vî rengî hewl bidin rê li pişaftinê bigirin

Şaredariya Amedê panela ‘Metnên Bi Kurdî yên Bi Herfên Ermenkî’ li dar xist
