Harûn Elkî wê li Stenbolê konserekê bide
Stranbêj Harûn Elkî wê 9ê Sibatê li Collective Terraceya Taksîma Stenbolê konserekê bide.

Stranbêj Harûn Elkî wê 9ê Sibatê li Collective Terraceya Taksîma Stenbolê konserekê bide. Konser saet 22:00ê de wê dest pê bike û di konserê de Elkî yê ku stranên bi şêweyên rockê dibêje dê stranên xwe ji bo guhdaran bibêje.
9 şubattaki konserimiz tüm dostlarımızı bekliyoruz pic.twitter.com/dQQNho5lpB
— harun elki (@harunelki) 6 Şubat 2019
Harûn Elkî yek ji solîst û damezrînerê Koma Rewşen e. Şêwazê ku di muzîkê de bikartîne rock e. Tevlî Koma Rewşenê albûm derxistine ku Asê û Pola Nû yên bi şêweyên rockê ne. Her weha piştî van her du albûman weke rockbêjekî sîngle derxistine. (AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.