MÛRAT TURKERÎ NIVÎSANDIYE
FilmAmedê dest pê kir

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Amedê 7em festîvala belgefilman FilmAmed bi merasîmekê dest pê kir.
Endamên Meclisa Dayikên Aştîye, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydeniz, endamên rêkxistinên civata sîvîl û sînemahez beşdarî bernameyê bûn.
Çarikên spî hatin belavkirin
Beriya ku bername dest pê bike çarikên spî hatin belavkirin. Dayika Aştîye Nezahat Teke li ser grêvên birçîbûne wiha got: “...berî term ji zindanan derkevin divêt herkes dengê me dayikan bibihizê!”
Endama organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (KASR) Serap Erginê wiha got: “Lêgerîna me a li ser hunerê ji bo pêşketina civakê, azadîya jinê û jiyaneke yeksan a bi xwezayê re ye û ji Yilmaz Guney heta Halîl Dag, ji Mehmet Aksoy heta Masîroyî rêyek dirêj e. Di van rojên ku rojnameger, rewşenbîr û nivîskar dihêtin binçavkirin de, çêkirina vê festîvalê ji bo me pir girîng e.”
Parlementera HDPyê Saliha Aydenizê jî got: “Kurd her tim bi wêje, çand û hunerên xwe li ser piya û di nav tekoşîneke de bûn. Di hemû pêvajoyan de jin her tim sereke bûne ku îro jî serkêşiya festîvalê dikin. Digel ku di dîroke de zilm, zordarî û çewisandin hebûye lê çand, huner û wêje qet ne li cihê xwe nesekiniye û her tim bi pêş ve çûye.”
Belgefilma Ez Şoreş im hate nîşandin
Piştî axaftvanan belgefilma pêşî a bi navê Ez Şoreş im (I Am The Revolution) hat nişandan. Derhênera film Benedetta Argentieri ye. Elizabeth Pauker jî çêkêr e. Film behsa 3 jinên şoreşger dike. Di filmî de behsa wekheviya zayendî û azadiye hatiye kirin.
Di festîvalê de ji Rojava heta Ewropayê, ji Amerîkaya Başûr heta Rojhilata Dûr û ji Rojhilata Navîn 44 film wê bên nişandan. Filmên kurt û dirêj wê li Salonên Sînemayê yên ÇandAmedê û li Odeya Mîmaran a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) bên nîşandan. (MT/EKN/LA/FD)
* Fotograf: Mezopotamya Ajansı
** Lezgîn Akanî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.
‘Rê’ya Yılmaz Guneyî wê ber bi Lîzbonê ve biçe

Belgefilma li ser Yilmaz Guneyî li Yewnanîstanê xelat standiye

Li Festîwala Fîlman ya Triesteyê filmên li ser Kurdistanê dê bên nîşandan

MURAT TURKER NIVÎSÎ
Li Kurdistanê kişandina filman çima zehmet e?

Dil Leyla li Amsterdamê ye
