Ferhat Tûnçî ji bo klîbeka xwe, li serê Mûnzirê stran got

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ferhat Tûnçî ji bo çêkirina klîba strana xwe ya bi navê "Hewro Şayî" (ewrên reş) li serê çiyayê Mûnzirê yê 3 kîlometreyan bilind e, stran got.
Tûnçî diyar kiriye ku li serê Mûnzirê dinya -15 dereceyan sar bûye.
Çîyagerên bi navê Îsmaîl Ateş û Akin Gedîk ji bo klîpê dîmen girtine.
Ahmet Karaagaçî du rojan montaja(pevvedana) klîpê çêkiriye. Strana ku ji bo wê klîp hatiye çêkirin lorînek e ku li Dêrsimê tê gotin û navê wê "Hewro Şayî" (ewrên reş) e. Stran bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdîyê tê gotin.
Ferhat Tûnçî bi daxuyaniyekê gotiye: “Ev memleket bi çiyayên xwe, dolên xwe yên kûr û çemên xwe ve di hemî demsalan de xweş e. (Dêrsim) ji rikê êşên di dîrokê de bela xwe jê venekirî dijî û dide jiyandin. Ji bo min Dêrsim bi eşqeka mezin hembêzkirina jiyanê ye. Welatê hêviyên min e.”
(HK/MB)