DOZA HIRANT DÎNKÎ
Erhan Tuncelî 99 sal û 6 meh cezayê girtinê stand

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karmendên deletê yên ku tê fikirîn dema kuştina Hrant Dinkî wan xemsarî kiriye îro hatin dadkirin. Dadgeha Cezayên Giran a 14. a Stenbolê Stenbolê 99 sal û 6 meh cezayê girtinê da Erhan Tuncelî,7 sal û 6 meh da Yasin Haylî û 2 sal û 6 meh da Ogun Samastî.
Bixwîne - Filiz Ali: "Hrantê delal, em her sal bi komên ciwantir dest jê bernadin"
Erhan Tuncel
Erhan Tuncelî di parastina xwe de got komployek li wî hatiye kirin.
Ogun Samastî di parastina xwe de diyar kiriye ku ew nebûye endamê rêxistinekê û wî rêxistinek ava nekiriye.
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
