Encamên Dema Pêşîn ên Fona Filmên Nû ya 2017ê hatin aşkerekirin

Wêneyek ji filmê danasîna Fona Filmen Nû
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Filmên ku wê Fona Filmên Nû di dema yekemîn a 2017ê de piştgiriya wan bike diyar bûn.
Di dema yekemîn de 156 serlêdan çêbûn ku fon bi hevkariya Anadolu Kultur û Festîvala Filman a Serbixwe ya !f İstanbolê di sala 215ê de hatibû avakirin.
Di encama nirxandina juriyê de biryar hat girtin ku piştgiriya 8 filman bê kirin. Filmên ku ew ê fon piştgiriyê bide wan ev in:
Kusurlu / Bilen Sevda Könen, Ayris Alptekin – piştgiriya produksiyonê ya dokumantera metrajkurt
Lucid/Sarih / Emine Emel Balcı - piştgiriya produksiyonê ya dokumantera metrajkurt
Our Border: 44 Years Later / Ekin Çalışır – Piştgiriya pêşxistina dokumanter a metrajdirêj/metrajnîvek
Piraotlar / Niştiman Cemal Aslan - Piştgiriya pêşxistina dokumanter a metrajdirêj/metrajnîvek
Abla Deme, Lazım Olur / Buse Kılıçkaya, Kaan Karacehennem – Piştgiriya produksiyon ya dokumanter ya metrajdirêj/metrajnîvek
Dallas / Melis Birder - Piştgiriya produksiyon ya dokumanter ya metrajdirêj/metrajnîvek
Fata Morgana / Ege Berensel - Piştgiriya produksiyon ya dokumanter ya metrajdirêj/metrajnîvek
Gayrımakul Değerler / Somnur Vardar - Piştgiriya produksiyon ya dokumanter ya metrajdirêj/metrajnîvek
Di juriya 2017ê de Murat Ozyaşar, Pelin Esmer, Tanil Bora, Yonca Erturk ve Zeynep Dadak cî digirin.
Serlêdanên dema duyemîn
Serlêdanên dema duyemîn a Fona Filmên Nû ya 2017ê wê di meha îlonê de destpê bike. (YY/FD)