Doza Ozgur Gundemê taloq bûye
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di doza Ozgur Gundemê de ku beriya niha Şebnem Korur Fîncancî, Erol Onderoglû û Ahmet Nesînî beraat kiribûn lêbelê piştî biryara betalkirinê careke din tên darizandin. Di dozê de biryar nehatiye dayîn.
Erol Onderoglû tevlî danişînê bûye. Ahmet Nesîn ku li derveyî welat e û Şebnem Korur Fincanci beşdarî danişînê nebûne. Danişîn 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat.
Gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Înan Kizilkaya ê ku dê wekî şahid bihata guhdarîkirin tev lî danişînê nebû.
Dadgehê biryar da ku li benda belgeyên ji bo Ahmet Nesînî li derveyî welat hatine nivîsandin bimîne û danişîn taloqî saet 11.00ê 19ê Çiriya Pêşiyê kir.
Danişîn bi qasî 5 xulekan dewam kir.
Di Heyeta dadgehê de Mesut Ozdemîr, Kurşad Bektaş û Ferhat Akdogan hebû. Dadger Mûrat Bîrcanê ku di Doza Geziyê de derketibû holê ku namzetê parlamenteriyê yê AKPê bûye, di heyetê de nebûye.(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
