Doza derbkirina Beyza Kûralê: Du şahidan wê bi dare zorê bine dadgehê
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî tûndkariya polîsan a ku Beyza Kûral, nûçegîhana berê ya bîanetê rûbirû mabû biryara binpêkirinê dabû. Piştî biryara dadgehê bi tohmeta ku “azadiya xebat û karî binpê kiriye” doz li sê polîsan doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 35emîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Stenbolê pêk hat.
Polîsên bersûc K.A., N.D. û Y.Ş. dîsa tevlî danişînê nebûne. Abdûlkadîr Cerah, parêzerê Y.Ş.yî li danişînê amade bûye.
Merîç Eyûpoglû, parêzera Kûralê sedem nîşan daye û tevlî danişînê nebûye. Her weha di danişîna 13ê Gulanê de dadgehê biryar dabû ku rojnameger Zeynep Kûral û Serdar Işik weke şahid were guhdarkirin. Ji ber ku beşdar nebûne danişîn zû bi dawî bûye.
Dadger derbarê Işik û Kûralê de biryara bi darê zorê anîna wan ji bo dadgehê daye û danişîn taloqî 4ê Çiriya Paşiyê kiriye.
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike. (HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
