Digel ku ajal di nav de hene dest bi rûxandina Galeria Siteyê kirine

Fotograf: Alper Yalçin
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yek ji bajarên ku erdhejên 6ê Sibatê bandor lê kiriye Amed e ku herî zede jî li cihên mîna Galeria Siteyê ya li navenda Amedê ev bandor diyar dibe. Li vê sîteyê Bloka Byê hilweşiyaye û blokên A, C û Dyê jî hatine valakirin. Lê 14 ajal di van blokan de asê mane.
14 ajal 16 roj in birçî û tî ne û li bendî rizgarkirinê ne. Duh bi hevkariya Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatên rizgarkirinê hatin kirin. Ji bo karê rizgarkirinê bi rê ve biçe pêwîstî bi wîncekê hebû lê ew wînc nehate peydakirin.
*Pisîkeke ku di avahiyê de asê maye
Nivîskarê bianetê, zarokparêz û ajalparêz Alper Yalçinî vê sibê li ber avahiya Galeria Siteyê bû û wî diyar kir ku biryara rûxandina avahiyê hatiye dayîn û digel hemû hewldanan ev biryar nehatiye guhertin.
Ajalên ku di vê avahiyê de asê mane di medyaya civakî de jî bûye rojev. Bikarhênerên medyaya civakî hesabên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Walîtiya Amedê dinivîsin û bang li wan dikin ku wezîfeya xwe bikin. (TY/FD)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
