Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da

Piştî ku Dadgeha Bilind di Doza Geziyê de biryar da ku bila dosya ji nû ve bê nirxandin, Mucella Yapici, Hakan Altinay û Yigit Ali Ekmekçi careke din derketin pêşberî heyeta dadgehê.
Dadgehkirina her sê navan li Dadgeha 13an a Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Lê her sê nav beşdar nebûn, parêzerê wan beşdar bûn.
Parêzerê Mucella Yapiciyê Fikrit İlkiz û yê Yigit Ali Ekmekçiyî Hasan Fehmi Demirî xwestin ku miwekilên wan beraet bikin.
Parêzerê Ali Hakan Altinayî Tora Pekinî got, “Bi biryarên darazê dîrok nayê nivîsîn. Erka darazê ew e ku sûcan û sûcdaran diyar bike, yên divê bikevin girtîgehê û yên divê nekevinê ji hev veqetîne. Ji me tê pirsîn ku miwekîl jî din av de ji bo biryara xerakirinê ya ji bo her sê bersûsan em ê çi bibêjin. Gezî ne sûc e, bersûcên vê dosyayê ne sûcdar in.”
Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir û li gorî daxwaza Dadgeha Bilind tevgeriya. Li gorî vê biryarê Yapici, Ekmekçi û Altinayî beraet kirin.
Dadgehkirin wê di 22yê Gulanê de berdewam bike.
(HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
