GIRTIYÊ NEXWEŞ
Devrîm Ayik 3 caran tehliye bûye lê wî ji girtîgehê dernaxin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Min herî dawî ew di meha Tîrmehê de dît. Duh em bi rêya telefonî axivîn, dengê wî her diçe xirabtir tê. Min jê pirsî, ‘Tû dîsa nexweş î?’. ‘Dayê ez ji xwe her tim nexweş im. Êdî ji bo ez bi êşê xwe nehisim, her dixwazim razêm. Ez çiqasî dikarim razêm, ew jî ne diyar e?’.”
Devrîm Ayikê 31 salî girtiyekî nexweş e. Dadgehkirina wî ji sala 2015ehan û vir ve dewam dike û bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” tê dadgehkirin. Dadgehê sê caran biryara tehliyeyê ji bo Ayikî daye lê di encamê de wî ji girtîgehê dernexistine.
Di sala 2017an de dema cara pêşiyê hat girtin, bi nexweşiya chronê (ser rêviyan elem digire) bû û beriya bê girtin, beşek ji rêviyên wî jê kirine. Li girtîgehê careke din bi heman nexweşiyê ketiye. Bi emeliyatê beşeke din ji rêviyên wî jê kirine.
Piştî pandemiya koronavîrusê destpê kir, ji ber metirsî li ser jiyana wî hebû, bi biryara zindanîkiran li malê hatiye tehliyekirin. Lê bi tenê 10 mehan ji derve maye. Ji Kanûna Paşiyê ya 2021an û vir ve careke din girtî ye.
Çavekî wî nabîne û yek jî 30 derece miyop e. Hulya Ayik, dêya Devrîm Ayikî daxwaz dike ku kurê wê tehliye bibe. Hulya Ayikê bi hevoka ku di destpêkê de hatiye nivîsandin, behsa rewşa Devrîm Ayikî kir.
Ayikê diyar kir ku kurê wê li Girtîgeha Hyê ya Eskîşehîrê tê girtin û bi mehan e ew nikare wî bibîne. Ji ber ku malbat li Sîde, navçeya Antalyayê dijî. Dêya wî wiha got: “Bi ser de qedexeyên dîtina girtiyan a li girtîgehan a ji ber koronavîrusê jî hat, êdî hema hema em qet nikarin bibînin.”
“Nikarin wî li wir xwedî bikin”
Hulya Ayikê got ku duh (31ê Çiriya Pêşiyê) ew bi rêya telefonê bi Devrîmî re axiviye. Hulya Ayikê wiha behsa rewşa wî kir:
“Piştî ket girtîgehê dermankirin gelekî zehmetir bû. Nexweşiya wî girantir bû. Doktorî/ê got ‘Hewl bide ku cara sêyan emeliyat nebe. Ger tu bibî tê bi zehmetî were ser hişê xwe’ lê her diçe birînên wî girantir dibin. Ulser belav bûye. Ji xwe metreyek ji rêwiyên wî jêkirine. Êdî careke din nikare emeliyat bibe.
“Di serê Çiriya Pêşiyê de birine newxeşxaneyê. 10 rojan li nexweşxaneyê maye. Di kolonoskopiyê de derketiye holê ku nexweşiya wî gelekî giran bûye, birînên mezin di rêvîyên wî de vebûne. Li girtîgehê bi derziyan wî derman dikin û mama didinê lê ger kurê min careke din emeliyat bibe tê wê wateyê ku wê neçar bimîne bi torbe bijî. Li wir nikarin wî xwedî bikin.” (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
