Dadgeha Qanûna Bîngehîn ji ber 9 hezar TLyî giliyê HDPyê kiriye

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji ber ku pere ji kesekî ne hemwelatiyê Tirkiyeyê girtiye, li bal Serdozgeriya Komarî a Enqereyê giliyê berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kiriye.
Dadgehê lêkolîn li ser hesabên darayî yên 25 partiyên siyasî yên di navbera salên 2015 û 218an de kiriye û encama vê lêkolînê li ser Rojnameya Fermî weşandiye.
Dadgehê li gorî vê encamê xwestiye HDP rewşê aşkere bike ku ev pere di defterên fermî yên HDPyê de hatiye nivîsandin lê nehatiye gotin bê kê an jî kîjan saziyê şandiye. Dadgeha Qanûna Bingehîn ji ber HDPyê li dijî Qanûna Bankevaniyê û Parastina Daneyên Şexsî kar kiriye, zanyarî ji wê bankeyê xwestiye ku hesabê HDPyê lê heye.
Li gorî nivîsa ku bankeyê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re şandiye, kesê bi navê Nîcholas Verdos pere ji HDPê re şandiye. Bankeyê aşkere kiriyê, wî kesî di 4ê Gulana 2015an de ji hesabê HDPê re 4 hezar û 500 dolarê Avûstralyayê şandiye.
Qanûna Bingehîn destnîşan kiriye, li gor Qanûna Partiyên Siyasî, çi partiyek nikarin bê sazî û hemwelatiyên Tirkiyeyê alîkariya maddî ango pere ji cîhekî din werbigire. Alîkariya ku hat girtin ne li ser hesabê partiyê tê tomarkirin ew alîkarî dibe malê xezîneyê.
Dadgeha Qanûna Bingehîn, di Serdozgeriya Komarî a Enqereyê de li gorî 116em û 66em Qanûna Partiyên Siyasî giliyê berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji ber ku pere ji kesekî ne hemwelatiyê Tirkiyeyê girtiye, kiriye.
Dadgeha Qanûna Bingehîn aşkere kiriye û gotiye, bê vê mijarê hemû hesabên HDPê qanûni û rastin. (HA/AY/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
