DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Dadgeh derbarê doza kuştina Hrant Dînkî de wê di 5ê Adarê de biryara xwe bide
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Danişîna doza kuştina Dînkî îro li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînk, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê hat dawiyê. Piştî ku parêznameyên tohmetbaran temam bû, parêzerên malbata Dînkî Emel Ataturk, Hakan Bakircioglû û Hulya Deveciyê li dijî nêrînên derbarê esasê de gotinên xwe gotin.
Dadgehê danişîn taloqî 5ê Adarê kir û biryara pirsandina gotinên dawî da.
Alî Oz, Fermandarê Fermangeha Cendirmeyan yê Trabzonê yê wê deme ku li mal di çarçoveya biryara dadgehê de weke girtiye, Reşît Altay, Midirê Emnîyeta Trabzonê û Ahmet Îlhan Guler, Midirê Şaxa Îstixbaratê yê Stenbolê li salona danişînê amade bûn. Tohmetbarên girtî jî bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûn. Her weha Erol Onderoglû, Raportorê Çavdêriya li Medyayê yê BİAyê û Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) danişîn şopand.
Parêzerên malbata Dînkî di gotinên xwe de qala pêvajoya pêş kuştinê kirin û gotin, Cellaletîn Cerrah, Midirê Emniyeta Stenbolê, Ahmet Îlhan Guler, Midirê Şaxa Îstixbaratê ya Stenbolê û Engîn Dînç, Midirê Şaxa Îstixbaratê ya Trabzonê di pêvajoya pêş kuştinê de ji îhmalê bêtir bi qestî tevgeriyane.
Wê gotinên dawî were pirsandin
Piştî ku parêzerên malbata Dînk gotinên xwe gotin, dadgehê danişîn taloqî 5 Adarê kir. Dadgehê agahdar kir ku ew ê di danişîna bê de biryara xwe aşkere bikin. Her weha dadgehê biryar da ku di danişîna bê de wê gotinên dawî yê tohmetbaran bigirin û divê tevahî tohmetbarên girtî bi SEGBİSê tevlî danişînê bibin.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
