DADKIRINA AKADEMÎSYENAN
Ceza: “Bi mecbûrî çûna mala şehîdan”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgehên Stenbolê îro ceza dan du akademîsyenan.
Li Dadgeha Cezayên Giran a 25. a Stenbolê Hilal Alkan Zeybek û Bülent Bilmez cara duyem hatin dadkirin.
Li Dadgeha Cezayên Giran a 36. a Stenbolê: Prof. Dr. Bülent Tanju cara sêyem hat dadkirin.
Li Dadgeha Cezayên Giran a 37. a Stenbolê: Şenay Çınar ile Zeynep Arıkan Yılmaz, Sakine Çil û Alk. Doç. Dr. Meltem Gürle cara duyem hatin dadkirin, Hatice Kurtuluş û Aydal Güvenli cara çarem hatin dadkirin.
Serdana mecbûrî
Prof. Dr. Bülent Tanju salek û şeş meh Gulsum Guvenlîyê jî salek û sê meh ceyayê girtinê yê paşdedayî standiye. Ji bilî cezayê girtinê cezayê Gulsum Guvenlîya akademîsyen, “bi mecbûrî çûna mala şehîdan e.”
Bixwîne - Ji destpêkê heta îro çi bûye?
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh.
(HA/MB)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
