Çayan Okuduci wê pirtûka xwe îmze bike
Pirtûka helbestan a Okuduci beriya niha bi demekê çap bûbû û tê de 22 helbest hene.

Çayan Okuduci wê pirtûka xwe ya nû ya helbestan îmze bike. Bernameya îmzeyê ya ya pirtûka bi navê “Bêxweda” wê li Stenbolê, li Pirtûkxaneya Medyayê li dar bikeve.
Bername 20ê Kanûna Paşiyê saet di navbera 15.00 û 17.00ê de wê pêk bê.
“Bêxweda” pirtûka nû ya Çayan Okuduciyî ye ku bi kurdî nivîsiye. Weşanxaneya Lîsê pirtûk çap kiriye û tê de 22 helbest hene. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.