DOZA KUŞTİNA HRANT DÎNKÎ
Beşek ji bersûcan parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê kirine
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînk, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê bi parêznameyên dijî nêrîna dozgerî ya derbarê dozê de, berdewam dike.
114em danişîna doza kuştina Hrant Dînkî li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hatiye. Ji bersûcan Atilla Guçluoglû, Rahmî Ozer, Metehan Kadîr Yildirim, Unsal Gurel û Cevat Eser parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê kirine. Ev bersûcana bi awayê negirtî têne dadgehkirin.
Di danişînê de Hulya Devecî, parêzerê malbata Dînkî û parêzerên bersûcan amade bûne.
Her weha hemû bersûcan di danişînê de daxwaza beraetê kirine.
Danişîn dê roja Çarşem û Pêncşemê bidome
Dadgehê li piştî parastina bersûcan danişîn bi dawî anî û biryara guhdarkirina Ahmet îlhan Guler, Rêvebirê Şaxa Sîxuriyê ya Stenbolê yê wê deme, Resûl Kotukoglû, wezîfedarê Cendirmeyên Trabzonê yê wê deme, polis Tevfîk Canturk, wezîfedarê Rêvebiriya Şaxa Sîxuriyê ya Trabzonê, polîsên bi navê Ahmet Çetîner û Ahmet Farûk Aydogdû yên k udi wê deme de li Rêvebiriya Şaxa Dije Terorê ya Samsûnê wezîfedar bûne û Bîrol Ustaoglû, wezîfedarê Cendirmeyên Samsûnê, daye.
Lijneya dadgehê, di 24ê Kanûna Pêşiyê de jî wê li van kesan û parêzerên wan guhdar bike:
Engîn Dînç, Rêvebirê Şaxa Sîxuriyê ya Trabzonê, Mîkdat Ozbek, Musa Yildirim, Eyup Temel û Haci Umer Unalır, wezîfedarên Rêvebiriya Şaxa Fermangeha Cendirmeyên Stenbolê, wezîfedar Huseyîn Yilmaz û Hasan Dûrmûşoglû, Cîgirê Rêvebirê Şaxa Sixûriyê ya Trabzonê û Mûrat Bayrak, Rêvebirê Şaxa Fermangeha Cendirmeyan yê Bajarê Samsûnê.
Wê di 6 û 8ê Kanûna Paşiyê de danişîn pêk were
Herweha dadgehê biryar daye ku wê li 6 û 8ê Kanûna Paşiyê danişîn pêk were û di van danişînan de navên bersûcên ku parêznameyê xwe didin jî diyar kiriye.
Navên bersûcên ku di danişîna 6ê Kanûna Paşiyê de parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê dikin, weha ne:
Celalettîn Cerrah, Rêvebirê Emnîyeta Stenbolê yê wê deme, Alî Oz, Fermandarê Fermangeha Cendirmeyan yê Trabzonê, Mustafa Kuçuk, Alî Bariş Sevîndîk û Bekîr Yokûş, wezîfedarên sîxuriyê yên Cendirmeyan yê Stenbolê, Onder Araz, wezîdefarê sîxuriyê yê Cendirmeyên Stenbolê û Alî Poyraz, Cîgirê Rêvebirê Şaxa Cyê yê Serokatiya Daîreya Sîxuriyê.
Navên bersûcên ku di danişîna 8ê Kanûnê de parêznameyên xwe didin jî weha ne:
Ecevit Emir, Emre Cingoz û Haci Şefîk Şîmşek, wezîfedarên Sîxuriyê yên Cendirmeyan yê Stenbolê, Ergun Yorûlmaz û Gazî Gunay, wezîfedarên Şaxa Sixûriyê yên Cendirmeyan yê Trabzonê, Ercan Demîr, Cîgirê Rêvebir yê Rêvebiriya Şaxa Sîxuriyê ya Trabzonê yê wê demê û Farûk Sari, di dema kuştina Dînkî de Rêvebirê Şaxa Sîxuriyê yê Trabzonê bûye.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
