ATOLYE BIA - GULAN - 2019
Beşdarên Kargeha Medyaya Nû sertîfîkayên xwe standine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye Biayê 13-20ê Gulanê Kargeha Medyaya Nû pêk anîbû. Beşdaran duhî belgeyên xwe yên beşdariyê standine.
11 rojnameger û 2 xwendekarên beşa rojnamegeriyê beşdarî Kargeha Medyaya Nû ya Atolye Biayê bûne.
Murat Utku û Pinar Îlkîzê li kargehê ders dane. Di kargehê de 5 nûçeyên bi vîdeo û gelek meteryalên medyaya civakî hatine amadekirin.
Roja dawiyê beşdaran storymap, timeline, qertên nûçeyan û infografîkên ku di dema perwerdeyê de amade kiribûn teslîmî dersdaran kirine.
Beşdaran kom bi kom nûçeyên bi vîdeoyan amade kiribûn. Wan digel dersdaran li nûçeyên xwe nêrîn.
Dersdaran digel beşdaran nêrînên xwe yên li ser nûçeyan diyar kirine. Berhemên beşdarên Atolye Biayê dê li ser hesabên medyaya civakî yên Atolye Biayê bêne weşandin.
(SO/MB)
RÊZE-WEBÎNAR - 2
Duyem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Rojî Kurd

RÊZE-WEBÎNAR
“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike

Ji ber “Meşa Rûmetê” doz li 19 xwendekarên ODTUyê hatiye vekirin

Ji bo Kargeha Bingehên Rojnamegeriyê ya Atolye BIAyê em li bendî serlêdanên we ne

Atolye BIA dê dest bi bernameya xwe ya nû bike, kerem bikin beşdar bibin
