Atolye BIA dê dest bi bernameya xwe ya nû bike, kerem bikin beşdar bibin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA dê di mehên Hezîran, Tîrmeh û Îlonê de li Stenbolê çar kargehan(atolyeyan) pêk bîne.
Atolyeyên nûçegihaniyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ji rojnamegerên kar dikin û yên karê wan ji destê wan hatiye standin, xwendevanên rojnamegeriyê, beşa radyo û sînemayê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên peywendîdar re vekirî ne.
Demên pêkanîna atolyeyan û serlêdanê(daxwazkirinê) li jêr in:
- 14 – 21ê Hezîrana 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 5 Hezîranê
- 3 – 11ê Tîrmeha 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 21ê Hezîranê
- 22 – 29ê Tîrmeha 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 9ê Tîrmehê
- 2 – 9ê Îlona 2019ê Kargeha Bingehên Rojnamegerîyê / Roja dawîyê ya serlêdanê: 16ê Tebaxê
- Bi tenê 15 kes dikarin beşdarî her yek ji kargehan bibin.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Ji bo pirsan hûn dikarin ji bo vê e-posteyê binivîsin: [email protected]
Ji bo beşdaran lîsteya nivîsên xwendinê dê bê şandin. Herweha hûn dikarin pirtûkxaneya biayê jî bi vê dûvelankê bibînin.
*** Di dawiya kargehê de ji bo beşdaran sertîfîka dê bêne dayin.
**** Ji bo jimareka dîyarkirî ya beşdaran bursa ji bo rê û manê dê bê dayin.
(SO/MB)
Ji bo bedarbûnê ji kerema xwe re vê formê dagire.
RÊZE-WEBÎNAR - 2
Duyem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Rojî Kurd

RÊZE-WEBÎNAR
“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike

Ji ber “Meşa Rûmetê” doz li 19 xwendekarên ODTUyê hatiye vekirin

Ji bo Kargeha Bingehên Rojnamegeriyê ya Atolye BIAyê em li bendî serlêdanên we ne

ATOLYE BIA - GULAN - 2019
Beşdarên Kargeha Medyaya Nû sertîfîkayên xwe standine
