Bernameya Wêjegeh Amedê ya Kanûna Paşiyê diyar bû

Bernameya Wêjegeh Amedê ya Kanûna Paşiyê ya 2023yan diyar bû. Di bernameya destpêkê de wê Bedriye Topaç bibe mêvan. Topaça ku bi zazakî çîrok û helbestan dinivîse, wê di bernameya xwe de behsa pirtûka xwe ya dawî "Sebr"ê bike ku Weşanxaneya Vateyê ew weşandiye. Bername wê roja 17ê Kanûna Paşiyê saet di 18:30 deqîqeyan de pêk bê.
Bernameya duyem a Wêjegeh Amedê bi mêvandariya Mihemed Şarmanî wê li dar bikeve. Piştî pirtûkên wî yên çîrok û romanên bi kurdî, ji Weşanên Everestê pirtûkeke wî ya bi tirkî ya bi navê “Çimkî Bav Dimirin” derket. Bername roja 19ê Kanûna Paşiyê, saet di 18:30an de pêk bê.
Abdullah Aren Çelik, leqayîhevbûna Evdalê Zeynikê û Dadaloğlu ya di qada şer de xistiye navenda romana xwe ya dawî. Çelik wê roja 21ê Kanûna Paşiyê, piştî nîvro saet di 16:00an de bibe mêvanê Wêjegeh Amedê.
Mêvanekî din ê Wêjegeh Amedê nivîskar, helbestkar û hêçanenivîsê ûkraynayî Andriy Lyubka ye. Ew yek ji nivîskarên antolojîya bi navê Gihîştinê ye. Wê 25ê Kanûna Paşiyê saet di 16:30an de li Wêjegeh Amedê behsa nivîskarî û helbestkariya xwe û ya Ûkraynayê bike.
Bernameya dawî ya meha Kanûna Paşiyê wê bi beşdariya weşanger û helbestvan Mem Bawerî pêk bê. Ew ê 31ê Kanûna Paşiyê saet di 18:30an de, li Wêjegeh Amedê behsa bîst saliya helbestkariya xwe bike. Moderatora bernameyê Roza Metîna ye. (FD)