Atolyeya “Wênegirîya Nûçegîhanîyê û foto-hevpeyvînan” bi dawî bû
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê atolyeya wênegirîya nûçegîhanîyê û foto-hevpeyvînan li AtolyeBIAyê pêk anî.
Atolyeya wênegirîya nûçegîhanîyê û foto-hevpeyvînê li AtolyeBIAyê bi pêşkêşîya Ozcan Yurdalan hate kirin. Di roja dawî a atolyeyê de beşdaran jî pêşkêşîya foto-hevpeyvînên xwe kirin û atolye bi dawî bû.
11 kesên ji pîşeyên cuda û bajarên cuda bûn beşdarî atolyeyê bûbûn. Beşdaran roja dawîyê bi dorê foto-hevpeyvînên xwe pêşkêş kirin.
Beşdaran di pêşkêşîyên xwe de behsa çîroka/mijara foto-hevpeyvîna xwe, serborîyên xwe yî li qadê û xebatên xwe yî li qadê kirin.
Piştî ku pêşkêşî xilas bûn Ozcan Yurdalanî pêşkêşî şîrove kirin. Behsa xeletîyên di foto-hevpeyvînan de hebûn kir. Wî guhdarîya rexneyên beşdaran yên di derbarê atolyeyê de kir.
(SO/EKN/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.
RÊZE-WEBÎNAR - 2
Duyem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Rojî Kurd

RÊZE-WEBÎNAR
“Rêze-Webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê 3yê Adarê dest pê bike

Ji ber “Meşa Rûmetê” doz li 19 xwendekarên ODTUyê hatiye vekirin

Ji bo Kargeha Bingehên Rojnamegeriyê ya Atolye BIAyê em li bendî serlêdanên we ne

Atolye BIA dê dest bi bernameya xwe ya nû bike, kerem bikin beşdar bibin
