600 hefte ne daxwaz yek e: Bila aqibeta yên bêserûşûnkirîn dîyar bibe

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
‘’Têkoşîna aştiyane ya wan kesên xizmên wan hatine bêserûşûnkirin û piştgirên wan ên mafparêz, ya ku ji 27ê Gulana 1995ê ve dest pê kiribû bi daxwaza ’em bêseûşûnkiriyên xwe dixwazin’ bû hefteya 600. ku didome.
‘’Daxwaza me zelal e:
*Bila aqibeta ew kesên di dema desteserkirinê de hatîn bêserûşûnkirîn dîyar bibe.
*Bila ew kesên mirov bêserûşûn kirîn bêne dadkirin.
*Bila ti caran ew kesên desteserkirîn neyên bêserûşûnkirin. ‘’
Dayikên/Mirovên Şemiyê bû cara 600. ku li Meydana Galatasarayê kom bûn û daxuyaniya wan bi van gotinan dest pê kir.
Ew kesên kom bûyîn wêneyên bêserûşûnkiriyan û qernefîl danîn ser paçikê ku li ser hefteya 600. hatî nivîsîn.
Ew kesên hatîn bêserûşûnkirin hatin yadkirin.
Hat eşkerekirin ku li gelek bajarên welatên dî jî çalakî dê ji bo piştgiriya wan bê kirin. Peyama Dayikên Plaza de Mayo [Arjantîn] hat xwendin.
Ji bo sê nifşê dayik, zarok û newî daxuyanî hatin xwendin.
Bi daxuyaniyê banga ji bo hevgirtinê hat dûbarekirin.(BK/MB)
Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
.jpg)
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine

DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
“Em ê di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin”

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn
