Êdî bila li Mêrdînê elektrîk qut nebe!
Li Mêrdînê elektrîk gelekî zêde tê qutkirin. Çi zivistan çi havîn di tevahiya salê de bi saetan elektrîk qut dibin. Di vê rewşê de mirov dikevin tev, nizanin wê çi bikin. Ji ber ku ditirsin bê ka wê çawa jiyana xwe dewam bikin.