PEyê zextên li ser HDPê û mixalefetê şermezar kiriye
Parlamentoya Ewropayê bi armanca şermezarkirina zextên li ser HDPê û partiyên muxalîf ên li Tirkiyeyê biryarek stendiye. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku zextên li ser mixalefetê rewşa dramatîk a mafên mirovan a li Tirkiyeyê û hilweşîna berdewam ya demokrasî û dewleta qanûnê eşkere dike.