Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Yûnûs Onalê rojnameger
Dadgehê ji ber govend-girêdan û beşdariya li daxuyaniya li ser zimanê dayikê bi îdiaya “endambûna rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtinê da Yûnûs Onalî. Yûnûs Onal yek ji edîtorên berê yên bianet/Kurdî ye.