Kesên ku êrişî rojnameger Demîrbagî kirine piştî 888 rojan derketine pêşberî dadgehê
Yavûz Selîm Demîrbag, nîvîskarê Yenîçagê di 10ê Gulana 2019an de rastî êrişê hatibû. Dadgehkirina faîlên êrişê îro dest pê kiriye. Danişîna yekem li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyê pêk hatiye. Dadgehê biryar daye ku dosyeyê bişîne Dadgeha Cezayê Giran.